Kurmancî (Kurdish)

Reports

Pênasîn û diyarkirina “Antisêmîtîzmê yanî Dijî Cihûyîtiyê (Dijî Yahûdîtiyê)”

Mebesta vê belgenamê û dokûmentê ewe, ku rêzan be di naskirina rûdaw û serpêhatyên Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) de herwiha komkirin û berhevkirina zanînan jiboyî vê mebestê. Herwiha piștgêriya hingavên ҫêkirina yasayên ku pêwendî û elaqedera wan bi Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) ve hene û cîbicîkirina wan yasa û qanûnan.

Pênasîn û diyarkirina jiboyî kar: “Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) ew hest û ihsasê Cihuwaye (Yahûdiya) ku bawerdikin kîn û xerez beramberî wan tê kirin. Bi gotin û bi kirin Dijî Cihûyîtiyî ((Yahûdîtiyî), Antîsêmîtîzim) li dijî kes û merivên Cihû yan jî ne- Cihû û/ yan li dijî serma û reșmalê wan (yanî mal û milk) herwiha lidjî dezgehên oldar (dîndar) û ne-oldarên (dîndarên) civata Cihûwan e. “

Ji xeyînî wê jî (cida û bêtir ji wê jî) dikare dewleta Îsrael bibe armanc û hedefa dijayetiyê, jiber ku ew weke civat û komelgeha Cihuwîtiyê tê naskirin û têgihîștin. Gotin û gumanên ku guwayê (xwedêgiravî, qașo, berabê) Cihuwan komplot lidjî mirovatiyê durst û Çêkiriye. Eve jî bêtirê caran bi kar tê jiboyî lomekirina Cihuwan “ҫima tișt serast naҫin û nameșin”. Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) diyar dibe di nivîsan de, di axvtin, peyvîn, gotin û xeberdanê de, di wêne û resman û șeklan de û rabûnûrûniștin û helsûkete stereotype de û xaraktêrên (karêkterên) negativ de.
Eva ҫend nimûnên Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) di jiyana rojaneya fermî û nefermî de, di medya de, di xwendegehê de, liser cihê kar, di cihên oldariyê de, digel ku meriv girêdanên tebayî liberҫav deyîne, weke:

  • ​Bangewaz yan arîkarî jiboyî kuștin yan birîndarkirina Cihuwan binavê îdyolociyên tundrew û radikal yanjî binavê olperstiya tundrew û dîndariya gelek hișk.
  • Gumanên berdewam tên gotin yanî gumanên derew û dijî mirovatiyê, karê cin, efrît û dêwan li dijî Cihuwan yan jî li dijî hêz û tiwana Cihuwan weke civat û komelgeh – weke efsana û ҫîroka (estûre) komplota Cihuwan liseranserî cîhanê û kontrolkirina mêdiya, eboriyê, mîrîtî û hukûmetan yan jî ya dezgeh û muwasesên civakî û komelayetî.
  • Gunehbarkirin û tawanbarkirina (sûckirina) Cihuwan weke gel û milet ji kirer a (ҫi rast û ҫi derew) Cihuwekî yan grûpeke Cihuwan yan jî heta Ne- Cihû re.
  • Derewderxistin û înkarkirina Holocust, bi riya neweyîkirin û nayînkirina mêkanîzman ya gelekî û mezinayî (weke nimûne odên ku têde bi rêya gazê hijmarne mezin ji merivan dikuștin (Gaskammer)), herwiha neweyî û nayînkirina genosida bi zanebûn û biwîst li dijî Cihuwan ji aliyê Elmanya nazi ve (Nationalsozialist) û piștgêr û destekên wê di dema cenga cîhaniya dûhem de.
  • Gumankirina li gelê Cihû û dewleta Israel, ku Holocust mezin û bitêr ji rastiyê tîne berҫav û nîșandide yan jî xwedeste yan ev tișta ҫênebuye û wan jixwere ҫêkiriye.
  • Gumankirina li Cihuwan, ku ew bi hest û hisa xwe, xwe ji dewleta Israel yan guwayê (xwedêgiravî, qașo, berabê) bi bercewendiyên Cihuwên cîhanê ve bêtir girêdayîne ji berciwendiyên welatên xwe ve.

Nimûnên Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) yên girêdayî û pêwendî bi dewleta Israel ve evin:

  • Tunekirin û înkarkirna mafê Çarnûs yê gelê Cihû weke nimûne bi gotin û îdîakirina hebûna dewleta Israel bingeheke (tiștekî) regestperestiyêye (nejatperestiyêye).
  • Dirûwîtiya daxwaziyan, ku ji Israel daxwaz têne kirên, belê ew daxwazane ji welatên demokratên din nayêne xwestin û ҫaverêkirin.
  • Bikaranîna hinek nîșan, zembol û wênên bestî û girêdayî bi Dijî Cihûyîtiya ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) klasîk ve ( weke nimûne gotin û îdîakirina ku Cihuwan Îsa (Jesus, Mesîh) kuștiye û guwayê (xwedêgiravî, qașo, berabê) Cihû waxrina Pêsax (Pessach) ya xwe bi xuwna zarokên ne- Cihû ҫêdikin û dipêjin), bi vî șêweyî Israel û hewûlatiyên Israel têne nîșandan û karaktekirin.
  • Daneberhev û mûqarene dinavbera ramiyarî û siyaseta Israela îroyîn ligel ramyarî û siyaseta Naziyan de.
  • Çarênxwekirina hemû Cihuwan weke civat û komelgeh bikin berpirsiyarên karûbarên dewleta Israel.

Belê rexnelêgirtina li Israel ya weke rexnelêgirtina li welatên din tê kirin yan bêngirtin ne Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim)e.
Kar û rabûnûrûniștinên Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) tawanbarî û gunehbariy e, heger ji aliyê yasa û qanûn ve wiha hatibne destnîșankirin û nasandin ( weke nimûne newekirina û nayînkirina Holocust yan jî belakirina matiryalên Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) li welatên din).
Kar û rabûnûrûniștinên tawanbarî û gunehbarî Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) ne, heger kes û meriv yan tișt weke xwendegeh, mal, xanî û cihên parastinê û îbadetê û goristan bibne armancên êrîșan jiber ku ew yên Cihuwane yan jî weke yên wan bêne nasîn yanjî bi wan ve bêne girêdan û bestin.
Çewsandina Dijî Cihûyîtiyê ((Yahûdîtiyê), Antîsêmîtîzim) ewe, ku rê, kar, xizmetguzarî û ҫare liber Cihuwan bêne girtin, lêbelê ew ji kesên dinre vekirî û serbestin û evanejî li gelek welatan bend, qedaxe û yasaxbin.